El-Sîsî: Destwerdana di xaka Lîbyayê de êdî rawa ye

Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî ragihand ku destwerdaneke Misirê di xaka Lîbyayê de êdî rawa ye û amadehiyên artêşa Misirê ji bo şerekê bûye pêwîstiyek.

Ji çi operayoneke leşkerî di hundirê welat yan ji derveyî welat amade bin.

Ev gotina Serokomarê Misirê Ebudulfeta El-Sîsî ji leşkerên Misirî re ne ku li ser sînorê Lîbî-Misirî ne.

El-Sîsî destnîşan kir ku arêşa Misirê ji artêşa herî xurt li herêmê ye û wê ev artêş ewlehiya Misirê ya netewî di hundir û derveyî welêt biparêze.

El-Sîsî teqez kir ku çi destwerdaneke Misirê di xaka Lîbyayê de hêdî rawa ye û amadehiyên artêşa Misirê ji bo şerekê bûye pêwîstiyek.

Axaftina El-Sîsî bi amadebûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Serokê Erkanê pêk hat.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Misirê jî eşkere kir ku Ebdulfetah El-Sîsî wê baregeheke leşkerî bi navê Cercûb li herêma Mursî Metrûh ku nêzî sînorê Lîbyayê ye bide vekirin.

Ev baregeha herî sereke li rojavayê Misirê ye ku wê herêma aborî ya ji beravê bakur a welêt heya ber sînorên Lîbyayê ve biparêze.

Ji aliyê xwe ve Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku ji bo pêkanîna ewlehiyê li Lîbyayê, Misir hevkarê wan e, ne dewleta Tirk e.

Her wiha eşîreyên bajarê Terhûnayê jî piştgirî dan axaftina serokomarê Misirê Ebudulfeta El-Sîsî.

Hikûmeta Wîfaq daxwaza Misirê ya lidarxistina civîneke awarte red kir

Her wiha duh Misirê daxwaz ji Komkara Erebî kiribû ku derbarê reweşa dawî ya li Lîbyayê civîneke awarte li ser asta Wezîrên Derve were lidarxistin.

Sekreterê Komkara Erebî Husam Zekî jî ragihandibû ku tê payîn di heftiya bê de ev civîn were lidarxistin.

Ji aliyê xwe ve, Hikûmeta Wîfaq ya Lîbî ya Ixwanî lidarxistina civîna awarte red kir.

Cezayîr: Li dûrî destwerdanên derve, divê rêz ji serweriya Lîbyayê re were girtin

Îro sibehê jî Serokê Hikûmeta Wîfaq a Ixwanî Fayîz El-Serac serdana Cezairê kir û bi serokomar Ebdulmecîd Tebûn re civiya.

Ebdulmecîd Tebûn teqez kir ku li dûrî destwerdanên derve, divê rêz ji serwerî û yekparçeya xaka Lîbyayê were girtin.

Back to top button