Şêniyên Reqayê bi merasîmekê şehîd Ebdulbasit El-Elî oxirkirin

Şêniyên Reqa û gundewarê wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebdulbasit El-Elî bi merasîmeke girseyî li goristana şehîdan, oxirkirin.

Di merasîmê de nasnameya endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê şehîd Îbrahîm El-Abdullah (Luqman El-Hekîm) hat eşkerekirin.

Şênî û endamên saziyên sivîl û leşkerî û rûspiyên êlên herêmê li Goristana gundê Hikumiye kom bûn û tev li merasîma oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebdulbasit El-Elî  bûn.

Di merasîmê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ebdo Reqa axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan ji bo parastina destkeftiyên wan û ewlehiya herêmê da.

Di merasîmê de Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê nasnameya endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Îbrahîm El-Abdullah (Luqman El-Hekîm) eşkere kir.

Piştî xwendina wesîqeyên şehadetên her du şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd Ebdulbasit El-Elî di nav tilîliyên dayîkan de li goristana gundê Hikumiye veşartin.

Back to top button