Aldar Xelîl: Em dixwazin nûnertiyeke hevkpar ku bibe dengê Kurdan, ava bikin

Aldar Xelîl dîyar kir ku ew bi yekîtiya hêzên Kurdî yên Sûrî, armanc dikin ku nûnertiyek hevbeş a Kurdî hebe da sibe bi yekdengî li Cinêvê, xwedî yekgotinê bin. Aldar Xelîl anî ziman jî ku rêjeyên cihê xwe di Peymana Dihokê de digirin jî, ne ji bo dabeşkirina destkeftiyan e, lê belê ji bo beşdariya nûnertiya Kurdî ye.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD û endamê şandeya Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd Aldar Xelîl derbarê lihevkirina nêrîneke siyasî ya hevpar a ku di navbera PYNK û ENKS’ê de pêk hat, ji ajansa Hawarê re axivî.

Aldar Xelîl diyar kir ku her du aliyan li ser Sûriyeke demokratîk a nenavendî ku doza Kurd li gorî peyman û mîsaqên navneteweyî diparêze, li hev kirine û ev biryar di peymana Dihok û Hewlêrê de jî hebû.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê got:

“Her kes opozîsyoneke dûrî DAIŞ’ê û ne tundraw, dûrî îslama siyasî, opozîsyoneke demokratîk, ti kesî û ti pêkhateyan înkar neke û ne şovînî be, dixwaze. ”

Xelîl, dîyar kir ku ew bi rêya yekîtiya hêzên Kurdî yên Sûrî armanc dikin ku, nûnertiyek hevbeş a Kurdî hebe, da sibe bi yekdengî li Cinêvê, di hilbijartinên parlamen an jî diyalogên bi rejîmê re û nivîsandina destûra nû ya Sûrî, xwedî yekgotinê bin.

Aldar Xelîl: Rêjeyên hatine diyarkirin ne ji bo parvekirina desthilatdariyê ne, ji bo nûnertiyê ne

Li gorî Xelîl, nûnertiya hevpar a Kurdî li gorî peymana Dihokê, wê ji sedî 40 Tev-demê, ji sedî 40 ENKS’ê û ji sedî 20 jî partî û bilokên siyasî yên Kurd ku tev li TEV-DEM û ENKS’ê nebûne, pêk were.

Aldar Xelîl got:

” Rêje çi dibe bila bibe, ev rêje di çarçoveya lihevkirina Kurd-Kurd û nûnerên Kurdî de ye.

Divê birayên me Ereb û Suryan bizanibin ku ev rêje ne ji bo dabeşkirina her tiştê li Rojava ye.

Ji ber ku tevahî pêkhate îro di hemû sazî, sandîke û rêveberiyên li herêmê hatine avakirin de hene, ne ji mafên me ye.

Ji ber em bi demokrasiyê bawer in. Ji ber bêyî derbasbûna hilbijartin û sîstemeke demokratîk, xweparastina dabeşkirina saziyan, li dijî hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser e.”

Back to top button