OCALAN: DI VAN 3’Ê SALÊN DAWÎ DE TECRÎD LI SER OCALAN GIRANTIR BÛYE

Bertek û nerazîbûnên li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan û girtiyên din zêde dibin.

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got:

Dadgeha Destura Bingehîn bi biryara dayî tescîl kiriye ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûqeke taybet heye.

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan der barê tecrîdkirina Rêber Ocalan de axivî û bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî ku ji bo dawî anîna tecrîda li ser Ocalan.

Omer Ocalan got;

20 sal in Birêz Ocalan tê tecrîdkirin. 3 sal in bi tu awayî pêwendî bi Birêz Ocalan re nehatin danîn û ji ber vê der barê jiyana wî de şik û guman li me peyda bûne.

Ocalan bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û destnîşan kir ku ev çalakî pir girîng in û wiha anî ziman:

Em bang li her kesî dikin ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin.

Tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser gelê kurd hemû tê meşandin.

Ji ber wê çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan beriya bigihên asta dijwar, divê xwedî li wan bê derketin.

OCALAN: MECLIS GELEK PÊŞNÛMEYÊN ME JI BO TECRÎDÊ RED DIKE

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan nirxadina xwe wiha bi dawî kir:

Me gelek pêşnûmepirs pêşkêşî meclîsê kirine lê belê gelek jê hatine redkirin.

Her wiha ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bê kirin serî li Wezareta Dadê hat dayîn lê mixabin hîn bersiv nehatî dayî.

Lê divê li dijî tecrîdê em berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin.

Leave a Reply

Back to top button