Cemîl Bayik: Heta PKK tasfiye nekin, nikarin qirkirina Kurdan temam bikin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hişyarî da kes û aliyên li Başûrê Kurdistanê yên bi MÎTê re dixebitin û got, “Me heta niha sebir kir, lê êdî destê kê bikeve xwîna gerîla, wê bibe hedefa me.”

Bayik her wiha bang li gelê Başûr kir ku li gel PKK’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê bisekinin. 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr, Şengal, û Herêmên Parastinê yên Medyayê axivî.

Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi têgihekê qirkirina Kurdan xistiye meriyetê û desnîşan kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze PKK’ê tasfiye bike û bi vê yekê jî qirkirina Kurdan temam bike.

Cemîl Bayik dibêje:

“Ji bo wê, di êrîşên wan de bêhtir Rêber Apo heye û tevgera pêşeng, kadroyên pêşeng, tevgera siyasî û rêxistinên wê hene. Li ser van bêhtir disekinin. Ew êrîşên ku li Mexmûr, Şengal û qadên medyayê pêk anîn, girêdayî vê têgihê ne.”

Cemîl bayik diyar kir ku “Amerîka, Iraq û hikûmeta Başûrê Kurdistan berpirsên êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ne, ji ber ku qada hewayî di destê Amerîka û Iraqê de ye. Eger ew destûr nedin, Tirkiyê wê nikaribe êrîş bikin”.

Bayîk bang kir ku “ji bo wê jî, divê gelê me li dijî van êrîşan raweste û li gel PKK’ê li dijî êrîşan bisekinin. Ji ber ku PKK îro rûmeta Kurd, nasname, hebûn û azadiya Kurd temsîl dike. Yê li dijî dagirkerî, qirkerî û faşîzmê disekine PKK ye.

Bayik: Destê kê bikev xwîna gêrîla, wê bibe hedefa me

Her wiha Cemîl Bayik, derbarê kes an jî aliyên ku bi MÎT’ê re dixebitin hişyarî da û got:

“Me heta niha sebir kir, lê êdî destê kê bikeve xwîna gerîla, wê bibe hedefa me.

Ev xiyaneteke mezin e, ne tenê li PKK’ê, li Başûr jî û li xwe jî xiyaneteke mezin e. Pêwîst e gelê me yê Başûr, sîxurên MÎT’ê qebûl neke û li dijî wan bisekine.”

Bayik: Faşîzm bi daxuyanî û rêbazên neçalak têk naçe, divê rêbazê têkoşînê hîn radîkal be

Cemîl Bayik faşîzma AKP-MHP’ê jî şîrove dike û tîne ziman ku faşîzm bi daxuyanî û rêbazên neçalak têk naçe. Divê gelê me ji kolanan dernekeve.

Bayik di dawiyê de bang li jin û ciwanan kir ku li dijî faşîzmê li benda fermanê nemînin û mafê xwe yê berxwedanê bi kar bînin.

Back to top button