Sererkanê Yûnanî: Kesê hewl bide êrîş bike, em ê wan bişewitînin

Sererkanê Yûnanî, di çarçoveya nakokiyên dema dawî bi Tirkiyê re, tekez kir ku welatê wî ji bersiva her êrîşeke Tirkiyê re amade ye û gefa şewitandinê li çi kesê ku bikeve Yûnanistanê xwar.

Televizyona Yûnanî ” Open” ragihand ku Sererkanê Yûnanî Qestentînûs Floros anî ziman “ew ê her kesê ku bixwaze bikeve erda Yûnanistanê, bêyî ku nas bikin ew kî ye, bişewitînin.”

Floros eşkere kir ku eger Enqere hewl da xetên sor derbas bike, egera rûdana şerekî leşkerî jî ne dûr e û got:

“Şerekî leşkerî gengaz e û bila ti kes vê yekê dûr nebîne.

Ên êrîşî Hêzên Yûnanî bikin, wê hesabekî mezin bidin û cîranê me vê yekê baş dizanin.”

Sererkanê Yûnanî Floros tekez kir ku “çi êrîş pêk were, Etîna baş dizane wê çi bike.

Di dema dawî de, nakokiyên Yûnanistan û Tirkiyê zêde bûne, nemaze piştî ya dawî lihevkirinek bi Hikumeta Serac a Ixwanî der barê vekolîna li Deyaya Spî, li herêmên ku Yûnanistanê weke parçeyekî herêma xwe dibîne, îmze kir.

Back to top button