Amerîka û gelek welatên Ereb, piştgirî dan Misirê

Piştî duh, serokkomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî amadebûna welatê xwe ji bo deswerdanekê li Lîbyayê ragihand, Amerîka û gelek welatên Ereb destek da mafê Misirê yê rewa di parastina ewlehiya xwe de.

Wezareta derve ya Amerîkayê ragihand ku daxuyaniya Sîsî teqeziyê li ser girîngiya rawestandina şerê li Lîbyayê dike.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Amerîka destekê dide lihevkirinên jinûve hilberîna petrola Lîbyayê û geşkirina rewşa ewlehî û xurtkirina abora vî welatî.

Ji aliyê xwe ve, wezareta derve ya Erebistana Si’ûdî jî teqez kir ku ewlehiya Misirê parçeyeî ewlehiya Si’ûdiyê ye û piştgiriya xwe bi mafê Misirê di parastina sînorên xwe yên rojavayî de ragihand.

Her wiha wezareta derve ya Imaratê, girîngî da ”Insiyatîfa Qahîra” ya ji bo çereserkirina aloziya li Lîbyayê û teqez kir ku ew destekê didin Misirê ku ji mafê wê ye parastina ewlehiya xwe bike.

Di heman demê de, Şahnişîna Behrênê jî piştgirî da daxuyaniya Sîsî.

Serokomarê Misirê Ebudulfeta El-Sîsî duh di gereke xwe ya li ser sînorên Misirî-Lîbî de axaftinek bi leşkerên artêşa xwe re kir û teqez kir ku çi destwerdaneke Misirê di xaka Lîbyayê de, êdî rewa ye û amadekariyên artêşa Misirê ji bo şerekî bûye pêwîstiyek.

Sîsî destnîşan kir ku Sêrt û Cefra ji bo me xetên sor in û em rê nadin çeteyan wan derbas bikin.

Serokkomarê Misirê di dawiya axaftina xwe de, banga rawestandina şerê li Lîbyayê û destpêkirina danûstsandinên siyasî, ji bo bidawîkirina aloziyê kir.

Back to top button