LI SERÊ KANIYÊ 20 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Hikumeta faşîst a AKP’ê girtin û binçavkirina sivîlan ji xwe re kiriye karekî sereke.

Vê carê jî li navçeya Serêkaniyê 20 kes di operasyona gund û taxan de hatin binçavkirin.

Polîs û eskeran li gund û taxên navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, bi ser gelek malan de girtin.

Polîs û eskeran di serdegirtina malan de 20 kes binçav kirin.

LI EDENE Û AMEDÊ SERDEGIRTINA MALAN HEBÛ

Li aliyê din di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de, polîsên Tirk danê sibehê li Edene û Amedê avêtin ser gelek malan.

Di serdegirtinan de hin pirtûk û malzemeyên dîjîtal hatin desteserkirin.

Polîsên Tirk di serdegirtinê de 3 siyasetmedar jî binçav kirin.

Her sê siyasetmedar piştî kontrola tenduristiyê birin Şaxê Siyasî yê Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.

Leave a Reply

Back to top button