Xwepêşandanên mamoste û karmendên Başûrê Kurdistan ên li dijî nedana mûçeyan hîn jî didomin.
Mamoste Bedel Berwarî da xuyakirin ku, petrol û hemû xêr û bêra Başûr ji bo gendelan tê firotin, hikûmeta Başûr çareseriyê peyda nake û xwepêşanderan digire.
Berwarî teqez kir ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin û li hember bêmafiya PDK’ê bêdeng nemînin.
Mamoste û rêveberê Grupa “Kanî Paşkewt” a Dihokê Bedel Berwarî diyar kir ku mamoste û karmendên Başûrê Kurdistanê ji ber nedana mûçeyan, rojane xwepêşandanan li dar dixin, lê li şûna ku hikûmet çareseriyê peyda bike, xwepêşanderan digire û nerazîbûnan asteng dike.
Petrola Başûrê Kurdistanê ji bo gendelan tê firotin
Bedel da xuyakirin ku petrola Başûr, ji bo kesên gendel tê firotin û got:
“Hikûmeta herêmê, çandinî, pîşesazî, lawirvanî û geştyarî paşguh kirine, lewre pirsgirêka aborî rû daye û bê çareserî maye.”
Bedel Berwarî der barê bikaranîna hêzên PDK û YNK’ê de got:
“Li şûna ku PDK û YNK’ê hêzê li dijî dagirkeriyê bi kar bînin, li dijî hev bi kar tînin. Dewleta Tirk, Îran û Iraq, em bi topbaran û kîmyabaranê bêhêvî nekirin, lê gel vê dawiyê bêhêvî bûye.”
Bedel da zanîn ku, PDK û YNK’ê rê li pêşiya xwepêşandanan digirin, ji ber ku dizanin hêrsa gel, wê dawî li serweriya wan bîne.
Em ê ji bo mafên xwe bêdeng nemînin, wê çalakî jî dewam bikin
Mamoste û rêveberê Grupa “Kanî Paşkewt” bal kişand ser dewamkirina xwepêşandanan û got:
“Mamoste û karmend, wê ji bo mafên xwe bêdeng nemînin, wê çalakiyên xwe dewam bikin, ji ber gel ji bo azadiyê, ne ji bo bindestiyê têkoşiya.”
Mamoste û karmendên bajarê Dihokê, 16 Gulanê li dijî nedana mûçeyan daketibûn qadan, bi dehan xwepêşander Bedel Berwarî jî di nav de hatibûn girtin. Heta niha jî çalakiyên xwe didomînin.