Li derdora Meyadînê, 8 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, şeva borî, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî wê yên li derdora bajarê Meyadînê kir.

Çavdêriyê eşkere kir ku di şerê rûdayî de, 8 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 3 jî dîl hatin girtin.

Her wiha li gundê Nu’man ê di navbera bajarê Bab û bajarokê Ra’î de jî, 3 çeteyên dewleta Tirk, di pevçûneke navxweyî de, hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ji 24 Adara 2019’an û heta niha, bêhtirî 570 leşkerên hikumeta Şamê û alîgirên wê yên ji nasnameyên cuda, di êrîşên DAIŞ’ê de hatine kuştin.

Back to top button