Zanîngeha Kobanê piştî 3 mehan dîsa dest bi prewerdeyê kir

Zanîngeha Kobanê piştî girtina 3 mehan ji ber vîrûsa Corona yê îro deriyên xwe li pêşiya xwendekaran vekir û dest bi perwerdeyê kirin.

Piştî civîna Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Zanîngeha Kobanê ku zanîngeh ji ber tedbîrên pêwîst ên pêşîlêgirtina vîrûsê hatibû girtin, careke din deriyên xwe li pêşiya xwendekaran vekirin.

Di dema qedexeyê de zanîngehê waneyên xwendekaran bi awayekî online didomandin.

Ji ber înternet nebaş bû, ev şêwaz nekarî li gorî pêwist bandor bike.

Niha ji 400 xwendekaran nêzî 197 xwendekar li zanîngehê dewam dikin.

Ji bo dayîna perwerdeyê jî 20 mamosta li zanîngehê amade ne.

Li zanîngehê waneyên, wêjeya kurdî, fizîk, kîmya, bîrkarî, zanistî û beşa labora-tuara bijîşkî ku îsal hate vekirin hene.

Rêveberiya zanîngehê dazanîn ku ew ê ezmûnên werza yekemîn di 5’ê Tîrmehê de pêk werin.

Back to top button