Li Derayê xwepêşandana hilweşandina hikûmeta Şamê

Li başûrê Sûriyê serhildana duyemîn a li dijî hikûmeta Şamê dest pê kiriye.

Bi taybet li parêzgeha Derayê, bangên hilweşandina hikûmeta Şamê piştî du salan ji nû ve ketin rojevê.

Ev zêdetirî 10 rojan in xwepêşandanên hilweşandina hikûmeta Şamê li dar in.

Vê carê ne tenê şêniyên bajêr her wiha çekdarên Feyleqa 5’ê jî tevlî xwepêşandanan bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro bi hezaran ji şêniyan li dijî hikûmeta şamê derketin û banga çûna El-Esed kirin.

 

Hikumeta Şamê sala 2018’an bi desteka Rûsya û Îranî ji nû ve parêzgeha Derayê kontrol kir.

Ev du sal in li Derayê di navbera gel û hêzên hikûmetê de tansiyon û nerihetî li pêş e.

Heta niha ti carî aramî li nava bajêr çênebûye.

Di nava du salan de kuştin û binçavkirina her du aliyan ranewestiye.

Li vê dawiyê de bi destpêkirina qanûna Qeyser a Cezayên aborî li dijî hikûmeta Şamê, lîreya Sûrî bê nirx bû.

Bi bênirxbûna lîreya Sûrî beramberî dolar re buhayê tiştan gelekî bilind bû.

Rewşa jiyanî ya welatiyên Sûrî zêde kembax bûye.

Heta alîgirên rêjîmê dizanin ku hebûna El-Esed li ser desthilatê sedema giranbûna rewşa jiyanî ye.

Ji ber vê yekê ev zêdetirî 15 roj in li başûrê Sûriyê ango li Dera û Suweydayê xwepêşandanên hilweşandina hikûmeta Şamê lidarin.

Bi hezaran ji şênî û çekdarên Feyleqê 5’ê li dijî EL-Esed xwepêşan li dar xistin

Li Derayê tevî nakokiyên di navbera Firqeya 4’ê ya bi ser Îranê û çekdarên Feyleqê 5’ê yê bi ser Rûsya ve, xwepêşandanên gel li pêş in.

Di vê derbarê de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku bi hezaran ji sivîl û çekdarên Feyleqê 5’ê xwepêşandaneke gireseyî li dar xistin.

Duh li ser rêya bajarokê Kihêl yê li rojhilatê Derayê, teqemeniyek bi maşîneyeke leşkerî ya feyleqa 5’ê de teqiya.

Di encamê de 9 çekdar hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.

Xwepêşandan hemwextî merasîma veşartina kuştiyên feyleqê 5’ê dest pê kir.

Xwepêşandan bi armanca hilweşandina hikûmeta Şamê, çûna El-esed û derketina Îranî û Huzbullah li dar ket.

Feyleqa 5’ê xweserbûna xwe parastin û ne tevlî çeteyên dewleta tirk bûn û ne jî tevlî hêzên hikumetê bûn.

Niha Rûsya wan çekdaran ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Ev demeke piştî kontrolkirina bajarê Derayê, li ser kontrolkirina bajr di navbera Firqeya 4’ê ya birayê El-Esed ku bi ser Îranê û Feyleqa 5’ê a biser Rûsya de ye, nakokî zêde bûne.

Back to top button