
Mayînek erdî li rêbenda kontrolê ya koma çeteyên Feyleq Şam a dewleta Tirk a dagirker li Efrînê teqiya.
Di encamê de 3 çeteyên komê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku mayînek li rêbenda kontrolê ya çetetyên Feyleq Şam a dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cendirêsê li Efrînê teqiya.
Di encama teqîna mayînê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
Heta niha ti alî berpirsyariya vê yekê negirtiye ser xwe.