Ciwanên ŞêladizÊ: Ger êrîş ranewestin emê dubare dakevin qadan

Ciwanên Şêladizê destnîşan kirin ku eger êrişên dewleta Tirk a dagirker neyên rawestandin, wê dubare dakevin qadan û xwepêşandanan lidar bixin.

Ciwanan bang hikûmeta Başûrê Kurdistnê kirin ku sozê xwe bînin cih û dagirkeriya dewleta Tirk rawestînin.

Li ber bombebaran dewleta Tirk 19’ê mehê li şêladizê 5 sivîl şehîd bibûn.

Duh bi sedan şêniyên Şêladizê li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker derketin kolanan.

Şêniyan bi dirûşmeyên, “Bijî PKK”, “Bimire xiyanet” hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û hewl dan ber bi baregehên dewleta Tirk ên li navçeyê ve bimeşin.

Lê hêzên PDK’ê êrîşî wan kir û şênî jî bi keviran bersiv da.

Tevî hemû destwerdanan jî, şêniyan dest ji xwepêşandanê berneda û dîsa bi heman dirûşmeyan meşa xwe dewam kir…

Lê paşê bi şertê ku hêzên PDK’ê 4 çalakgerên ku duh hatibûn binçavakirin jî di nav de hemû çalagerên ku di 3-4 mehande hatine girtin berdin û dewleta Tirk a dagirker êrîşêxwe rawestîne şêniyan xwepêşandana xwe ya duh bi dawî kir.

Li gorî agahiyan ew kesên ku ji aliyê PDK’ ve hatibûn girtin hîn jî nehatine berdan.

Ciwanên Şêladizê destnîşan kirin ku eger êrişên dewleta Tirk a dagirker neyên rawestandin, wê dubare dakevin qadan û xwepêşandanan lidar bixin.

Yek jî ciwanê Şêladizê Qehreman Şukrî Zeynedîn destnîşan kir ku eger hikûmet bê helwest be, amadene dubare dakevin qadan û xwepêşandanan bikin û got;

“Ji berî hikûmeta navendî hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirse. Bêdengiya herdu hizbên desthilatdar, wiha kiriye ku bombebaran û qurbanî berdewam bike.”

Back to top button