Gerîla bi çalakiyên bi bandor bersivê dide artêşa Tirk a dagirker

Ev 7 rojin dewleta tirk a dagirker xaka başûrê Kurdistan û Iraqê bi dijwarî bombebaran dike.

Îro careke din artêşa dagirker gundekî filehan a Dihokê bombebaran kir.

Li kurdistanê jî şerê li dijî dagiriyê germ bûye.

Li herêma Heftenînê gerîlayên HPG’ê leşkerên dewleta tirk a dagirker ji hev xistiye.

Ji ber çalakiyên serkeftî yên gerîlyan Navenda Parastina Gel Fermandariya Eyaleta Heftanînê pîroz kir.

 

Dewleta tirk a dagirker û qirker, bi balafir, tank, top û têknîka herî dawî ya dijwar, êrişî Başûrê Kurdistanê dike û dixwaze herêmê dagir bike.

Îro careke din artêşa tirk a dagirker herêma Biradostê bombebaran kir.

Tevî Biradostê herêma Derkarê ya Dihokê jî bi dijawarî ji aliyê dagirkeriyê ve hat bobebarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê jî gundê Îsiv Ava yê Heftanînê bombe kir.

Di encamê de ziyanek mezin li bax û baxçeyên gund bû.

Gundê Îsiv Ava gundekî Mesihiyên başûrê Kurdistanê ye.

 

Li aliyê din, li herêma Heftanîn a başûrê Kurdistanê, gerîlayên HPG û YJA Starê, li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker û qirker, di nava berxwedaneke dîrokî de ne.

Gerîlayên HPG û YJA Starê ku pêşî li dagirkeran girtine, bi çalakiyên bi bandor bersivê didin êrişan.

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê ragihand, ku 17’ê Hezîranê, yekîneyên artêşa dewleta Tirk a dagirker, dema ku ji Girê Şehîd Bêrîvan diçûn Girê Şehîd Dara, bûn hedefa gerîla.

Gerîlayan bi awayekî xurt li yekîneyên dagirkeran dan, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar, nehate tespîtkirin.

Di heman rojê de gerîlayan, li helîkoptereke kobra ya dewleta Tirk jî dan.

Piştî vê yekê, helîkopter ji neçarî ji qadê derket.

HPG’ê da zanîn ku li vê qadê gerîlayan pêşiya dagirkeran birîne.

Di 20’ê Hezîranê de saet di 15’an de jî, gerîlayan li yekîneyên artêşa dagirker ên li Girê Şehîd Sîpan dan.

Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di heman roja 20’ê Hezîranê de, saet di navbera 22.30 û 23.30’an de dewleta Tirk, bi balafiran qada Xantûr û Geliyê Pisaxa bombe kirin.

Piştî vê yekê hêzên dagirker ên ku xwestin bi helîkopteran têkevin qadê, rastî bersiva gerîlayan hatin û neçar man ji qadê vekişin.

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê her wiha da zanîn, ku di 18’ê hezîranê de dewleta Tirk dîsa bi balafiran qada gundê Sergelê ya Amêdiyê bombe kir.

Hate diyarkirin, ku di bomberdûmanê de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Fermandariya NPG’ê berxwedana Heftenînê pîroz kir

Ji ber berxwedana li dijî êrîşên dagirker, Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel, Fermandariya Eyaleta Heftanînê pîroz kir û got,

“Em bawer dikin lehengên Cenga Heftanînê, li ser xeta berxwedanê ya Mazlûm, Egîd û Amarayan tim serketî bin.”

Back to top button