Çeteyan du sivîl ji ber bi Kurdî diaxivîn bi giranî êşkence kirin

Li Efrîna dagirkirî, ji ber ku bi kurdî diaxivîn, çeteyên dewleta Trik a dagirker li navçeya Şera du sivîl êşkence kirin. Li navçeya Mabata jî malên kurdan dseteser dikin û malbatê xwe lê bi cih kirin.

Malpera Afrin-post diyar kir ku çeteyan li gundê Duraqliya ya navçeya Şera du şêniyên bi navê Mihemed Şêxo û Ibarhîm Şêxo êşkence kirin.

Sedema êşkencekirina şêniyan jî ji ber axaftina wan ya bi zimanê kurdî bû.

Li navçeya Mabetayê çete dest datînin ser malên Kurdan û lê bi cih dibin

Li aliyekî din, ji bo bicihkirina malbatên xwe, çeteyan gefa derxistinê ji malan li şêniyên gundê Kaxrê yê navçeya Mabeta xwarin.

Malperê da zanîn ku çeteyan li ser şêniyan 200 dolar bace ferz kirin û yên ku bace nikarin bidin jî, malên wan desteser dikin.

Li gundê Tirmîşa ya navçeya Mabeta jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 10 malbatên xwe bi cih kirine.

Back to top button