Leşkerên dewleta Tirk Cotkarek gulebaran kir

Leşkerên dewleta tirk a dagirker ku çavê wan tarî bûye, careke din êrîşî cotkaran kir.
Li gundê Til Gerebêt yê Til Temirê, gule li cotkarekî reşandin û ew birîndar kirin.

Cotkarê bi navê Idrîs Ebdulezîz Berekat dema dixwest here nav erdê xwe bû hedefa leşkerên dewleta tirk a dagirker û çeteyê wê.

Di encamê de, cotkar Idrîs birîndar bû.

Idrîsê ku birîndar bûyî, metirsiya êrîşa kuştina dewleta tirk hîna jî li ser rûyê wî xuya dikir.

Birîna ku li ser laşê Îdrîs çêbûyî metirsî û hovîtiya dewleta tirk ya li ser şêniyên herêmê dide xuyakirin.

Cotkar Idrîs Ebdulezîz Berekat piştî êrîşa li dijî wî hatî kirin ji televsiona mere axivî.

Back to top button