Xelkên Silêmaniyê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk meşiyan

Welatiyên bajarokê Tekye ya bi Çemçemal a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkî bi dirûşmên, “Bimire xiyanet” meşiyan.

Meşa li bazara Tekye dest pê kir heta Parka Kobanî dewam kir.

Li Parka Kobanî li ser navê Komîteya Amadekar a Çalakiyê daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de dagirkeriya Tirkî bi tundî hat şermezarkirin û bang hat kirin ku gelê Başûrê Kurdistanê li hember van êrîşan têkoşîn bike.

Li navçeya Koyê ya Silêmaniyê çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de bang li hêzên Pêşmerge hate kirin ku rê nedin, ew ji bo xizmeta dagirkeran werin bikaranîn û bi erka xwe ya nîştimanî rabin.

Duh bi sedan şêniyên Şêladizê li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirkî ya dagirker derketin kolanan.

Ciwanên Şêladizê destnîşan kirin ku eger êrişên dewleta Tirkî neyên rawestandin, wê dubare dakevin qadan û xwepêşandanan li dar bixin.

Back to top button