Rêveberiya Xweser 10 zarokên Fransî yên DAIŞ’ê radestî hikumeta wan kir

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, 10 zarokên Fransî yên DAIŞ’ê radestî hikumeta welatê wan kirin. 

Nûnerê Wezareta Derve ya Fransayê Eric Chevalier serkêşiya şandeya Fransî kiribû.

Nûnerê Fransî ji aliyê Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer û cîgirên wî li Qamişlo hate pêşwazîkirin.

Herdu aliyan civîneke girtî li dar xist.

Omer destnîşan kir wan rewşa kampên malbatên çeteyên DAIŞ’ê û girîngiya darizandina wan li herêmên Rêveberiya Xweser nîqaş kirine.

Omer anî ziman ku wan di civînê de her wiha behsa giringiya diyaloga Kurdî-Kurdî û bandora wê li diyalogên pêşeroja Sûriyê, encamên qanûna Qeyser û girîngiya dîtina çareseriyek siyasî û avakirina Sûriyek Demokratîk jî kirine.

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kir jî ku herdu aliyan xwest deriyê Til Koçerê ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî were vekirin.

Piştî civînê her 10 zarok radestî şandeya Fransî hatin kirin.

Back to top button