Li Rimêlanê teqînek li embareke çek û cebilxaneyê rû da

Li bajarokê Rimêlanê, teqînek mezin li embareke cebilxaneyê rû da..

Duh di saetên ber êvarê de, teqînek li embareke çek û cebilxaneyê li herêma pîşesazî ya li bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkê Legê pêk hat.

Piştî rûdana vê teqînê, rêzteqînên din heya demeke dirêj hatin bihîstin..

Paşê, Hêzên Ewlekariyê çûnûhatin li bajarokê rawestand, ev jî li gel rabûna balafirên koalîsyona navdewletî li ser asmanê herêmê..

Heta niha jî ti daxuyanî der barê bûyerê de nehatiye dayîn..

Back to top button