Meclisa Rêveber a Minbicê: Me komîteyek ji bo şopandina rewşa aborî ava kiriye

Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfa Xelo diyar kir ku dibe Qanûna Qeyser bandorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bike, ji ber vê yekê wan komîteyek ava kiriye da ku rewşê bişopîne û projeyan pêk bîne.

Nezîfa Xelo anî ziman ku Rêveberiya Xweser li Minbic gelek tedbîr girtine û wan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyek ava kiriye da ku aloziya aborî ya heyî bişopîne.

Nezîfa teqez kir ku ev komîte wê hemû hûrguliyan bişopîne, alîkariyê ji şêniyên Minbicê re pêşkêş bike û planên projeyan amade bike.”

Back to top button