KNK: Divê hêz û aliyên Kurdî bi hevbeşî li ber xwe bidin

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser Başûrê Kurdsitanê bi tundî didomîne. Herî dawî, balafirên Tirkiyê 6 şêniyên Şêladizê şehîd kiribûn. Konseya Rêveber a KNK’ê hovîtiya dewleta Tirk şermezar kir û sersaxî ji malbatên Şehîdên Şêladizê re xwest. KNK’ê banga berxwedana hevbeş li tevahî hêz û aliyên Kurdî kir. Her wiha bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku erka xwe bi cih bîne û li hemberî êrîşan bêdeng nemîne.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistan û şehîdkirina 6 şêniyên Şêladizê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KNK’ê di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên Şehîdên komkujiya Şêladiz û tavahî gelê Kurdistanê re xwest û êrîşên Tirkiyê bi tundî şermezar kirin.

KNK’ê diyar kir ku, “eger hikumeta Başûr li hemberî êrîşên Tirkiyê erka xwe bi cih neyîne, wê gelê Kurd û dîrok pirsiyariya vê bêdengiya wan bikin”.

KNK: Divê dezgehên ewlehiyê rê li pêşiya çalakiyên şermezarkirinê negirin

KNK’ê her wiha bal kişand ser astengkirina çalakiyên şermezarkirina êrîşên Tirkiyê û got:

“Bi ti awayî nabe ku dezgehên ewlehiyê yên Başûrê, rê li pêşiya nerazîbûn û çalakiyên gel bigirin û welatiyan binçav bikin. Divê hûn li gel wan hemaheng bin.”

KNK: Wê yekîtiya hêz û aliyên Kurdî, azadiya Kurdistanê bi dest bixe

Kongreya Neteweyî da zanîn ku dijmin û dagirkerên Kurdistanê ti caran bi qasî vê demê neketine qeyranê û lawaz nebûne, lewre bi awayekî hovane êrîşî gel û destkeftiyan dikin, ji ber vê yekê, wê yekîtiya hêzên Kurdî, aliyên dîplomatîk, aliyên hizirî û berxwedana wan, azadî û serfiraziya Kurdisatnê bi dest bixe.

KNK: Divê hikumeta Başûr bi erka xwe rabe û bêdeng nemîne

KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd û hêzên siyasî yên Kurdistanî kir ku bi hev re li hemberî destdirêjiya Tirkiyê bibin xwediyê yek helwestê.

Her wiha bang li hikumeta Başûr kir ku bi erka xwe rabin û li beramber faşîzma AKP’ê û dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Back to top button