QSD: 4 ÇETE HATIN KUŞTIN Û 14 BAREGEHÊN WAN HATIN RÛXANDIN

Qonaxa dawî ya Pêngava Bgera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Navenda ragihandina QSD’ê encama şerê dawî eşkere kir.

Li gorî vê, hejmarek çete hatine kuştin û baregehên wan hatine rûxandin.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî da;

Li bajaroka Hecînê, şervanên QSD’ê operasyonek berfireh li ser nuqteyên çeteyên ku xwe ji êrîşê re amade dikrin, pêk anî.

Di encamê de gelek çete hatin kuştin, lê hejmara wan nehat zanîn.

Li aliyekî din jî çeteyan bi çekên giran nuqteyên şervanan topbaran kirin.

Lê belê şervanan bi xurtî bersiv da, çete jî neçar man paşde birevin.

Her wiha li milekî din jî şervan pêş ketin û hejmarek nuqte ava kirin.

Piştre yekser tîmên taybet jî herêm ji mayinên çeteyan paqij kirin.

Şerê li eniyan dewam dike.

Navendê li ser encama şerê eniyan jî ev agahî dan.

4 çete hatin kuştin.

14 baregeh û karegeheke teqemeniyan hatin rûxandin.

3 topavêjên hawanan jî hatin teqandin.

Leave a Reply

Back to top button