Navenda dexil û dan a Minbicê: Yekşem û Çarşem ji bo xerckirina fatoreyên genim hatine diyarkirin

Navenda dexl û dan a bajarê Minbicê dest bi xerckirina fatorayên genim ji bo cotkaran kir û rojên Yekşem û Çarşemê ji bo vê yekê hatin diyarkirin.

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Minbicê Hisên Xelîl diyar kir ku wan derdora 6 hezar ton genim wergirtine û ji Yekşemê ve wan dest bi xerckirina fatorayên cotkarên kirine.

Hisên Xelîl teqez kir ku ew hilberînên genim li gorî sê pileyan dikirin..

Pileya yekemîn, serê her tonekî 170 dolar e.

Ya duyemîn bi 168.30 dolarî û ya sêyemîn jî bi 166.60 dolarî ye.

Rêveberiya Xweser buhayê kîloya genim bi 17 sentan diyar kiribû û li gorî buhayê dolar, fatoreyên cotkaran bi lîreyê Sûriyê tên xerckirin.

Back to top button