Li Sûrîyê 15 kesên din bi Vîrûsa Corona ketin

Jimara kesên ku li Sûriyê bi vîrûsa coronayê dikevin her diçe zêde dibe, Wezareta Tenduristiyê ya Şamê ragihand ku îro 15 kesên din bi vîrûsa coronayê ketine.

 

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku ev 15 kes ji ber têkiliyên wan ên li Şamê û gundewarên wê bi vîrûsa coronayê ketin.

Bi van daneyan re heta niha li tevahî Sûrîyê 219 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 83 kes baş bûne û 7 kes jî mirine.

Back to top button