Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî damzirandaina meclisa demkî ya ji bo rêvebirina Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û damezirandina meclîsê weke gavekî pîroz bi nav kir.
Di daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de wiha tê gotin;
“Meclisa kevin gelek cara hewil dan ku vegerin Şengalê, lê gelê Şengalê gotin em meclisa ku 2 caran ji pişt me reviyayî tu caran û bi ti şewazî jî qebûl nakin.”
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê der barê dameziranda meclisa demkî jî ev bang kir:
“Em bang li tevahî gelê xwe dikin ku li meclisa xwe ya bi kedê hatî avakirin xwedî derkevin û meclisa xwe hîn zêtir xurtir bikin.”
Hêjayî gotinê ku di 27’ê Kanûnê de, pêkhateyên Şengalê di encama danûstandinên 2 mehan de meclîseke demkî ragihand û ji bo pejirandinê jî pêşkêşê hikûmeta Federala Iraqê kirin.