Li Êlihê di serdegirtina malan de 18 kes hatin binçavkirin

Faşîzma AKP-MHP’ê li dijî Gelê Kurd û hêzên demokrat yên li tirkiye û bakurê kurdistanê zextên xwe zêde kiriye. Tevî desteserkirina şaredariyan, vê carê lez daye girtin û binçavkirina hevserok û endamên şaredariyan.

Li Êlihê polîsan bi ser malan de girtin û 18 kes binçav kirin. Faşîzma AKP’ê bi vê yekê jî sînordar nema, nivîsên kurdî jî yek bi yek ji nava bajarê Êlihê radike.

Li bakurê Kurdistan û tirkiyê zext û êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê ya li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê roj bi roj zêde dibe.

Di vê çarçoveyê de, leşkerên Tirk li Êlihê, li gund û navenda bajêr bi awayekê hem wext bi ser gelek malan de girtin.

Piştî lêgerîna di malan de, Hevşaredara Bajaroka Awîskê ya navçeya Qûbînê, Xetîce Taş a qeyûm li cihê wê hatibû erkdar kirin, endamê Meclîsa Şaredariyê Tehsîn Yildirim, xebatkarên şaredariyê Huseyîn Taş, Cemal Dogan, Ekram Evrûz û Bayram Ozalp jî, di nav de 18 kes hatin binçavkirin.

Ji bo 18 kesên hatine binçavkirin, biryara girtina wan ya heta 4 rojan dan.

Qeyûmê Êlihê nîvîsa kurdî rakir!

Li Êlihê qeyûm nivîsa kurdî ya li ser rêya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ya HDP’yî ve hatibû nivîsandin rakir.

Hevşaredarê Êlihê Dr. Mehmet Demîr ê qeyûm li şûna wî hat erkdar kirin di hesabê xwe twîtterê de ragihand ku qeyûm nivîsa kurdî “pêşî peya” ya ji bo trafîkê nivîsandibûn, ji aliyê qeyûm ve hatiye jê birin.

Demîr careke din diyar kir ku qeyûm dijminê kurdan e.

Back to top button