“Dengên AKP’ê ji sedî 15 kêm bûye”

Li gorî lêkolîneke dawî, dengê AKP’ê daketine binê ji sedî 30’yî û ji sedî 15.8 hilbijêrên wê berê xwe dane partiyên nû.

Ji aliyê din ve ev polîtîkayên qirkirin û nijadperest roj bi roj dawiya desthilata AKP’ê a faşîst nêzîk dike.

Navenda Lêkolînên Qadê yên Polîtîk û Civakî, ji bo pîvana nêrîn û tevgera siyasî ya hilbijêran, di navbera 8-14’ê Hezîranê de, bi rêya telefon û onlîneyê bi hezar û 248 kesî re rapirsînek kir.

Li gorî rapirsîna li bajarê Stenbol, Îzmîr, Edene, Enqere, Amed, Wan, Êlih, Antalya, Çewlik, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Konya, Mêrdîn, Mêrsîn, Samsûn, Şirnex û Dersimê, hemû partiyên ku li meclisê koma wan heye, degnê xwe winda dikin.

Li gorî lêkolîneke dawî, dengê AKP’ê daketine binê ji sedî 30’yî û ji sedî 15.8 hilbijêrên wê berê xwe dane partiyên nû.

Li gorî kesên ku tevlî lêkolînê bûne, pirsgirêka herî mezin Pirsgirêka Kurd û aborî ye.

Back to top button