Tevgera Azadî: Divê welatî êdî bê mafiyê qebûl nekin

Tevgera Azadiyê jî biryara kêmkirina mûçeyan şermezar kir, bang li welatiyan kir daku xwedî li mafên xwe derkevin û êdî bê mafiyê qebûl nekin.

Tevgera Azadî jî bi daxuyaniyekê biryara Hikûmeta Başûr rexnekir û daxuyakirin ku divê hikûmet jiyana gel a zehmet, xirabtir neke û divê biryara ku daye rawestîne.

Tevgera Azadî ragihand ku ji bo başkirina jiyana welatiyan, çi bikeve ser milê wan ew amade ne.

Tevgera Azadiya Komelegeha Kurdistanê bang li welatiyan kir ku xwedî li mafên xwe derkevin û êdî bê mafiyê qebûl nekin.

Back to top button