Fuat Hisên: Divê rêzgirtina serweriya xaka Iraqê were girtin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuat Hisên di axaftina hempîşeyê xwe yê Fransa re got, divê rêzgirtina serwerriya xaka Iraqê were girtin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuat Hisên li ser êrîşên dewleta tirk yên li dijî xaka Iraqê bi riya telfonê bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan re axivî.

Fuat Hisên destnîşan kir ku pêwîst e hemû welat rêz ji serweriya Iraqê re bigrin.

Fuat da zanîn ku divê pirsgirêk bi rêya guftugoyê werin çareser kirin.

Wezîrê Fransî jî destnîşankirin ku ew jî piştgiriya serweriya Iraqê dikin.

Li aiyeke din, bi armanca naskirina rewşa sînorî ya navbera Başûrê Kurdistan û Tirkiyê şandeyeke leşkerî ya Iraqî çû herêma Duhokê.

Şande bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Parastina Sînor, Hamid Ehdullah pêk tê.

Wê şandeya leşkerî raporekê li ser encamên bombebarana dewleta tirk a li ser ser herêmê pêşkêşî serokwezîrê Iraqê bike.

Back to top button