Li ser rêya M4, navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan şer derket

Qaşo li ser rêya M4 li bakurê Hesekê ji bo çûn û hatina sivîlan, di navbera Rûsya û dagirkeriya Tirk de lihevkirin pêk hatiye. Lê belê çeteyên dagirker vê lihevkirinê binpê dikin û dixwazin rêya navnateweyî di bin kontrola wan de be.

Bi vê armancê şevê din li nêzîkî sewamih Aliye li ser rêya M4 pevçûn di navbera çete û hêzên hikûmeta Şamê de derketin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hê jî agahiyên derbarê encamên şer de nehatine zelalkirin.

Her wiha çeteyên dagirker hêzeke nû li gundê Beîrîr, metbeha û Enîq El-Hewa bi cih kirin.

Bi vê yekê çete çeperên xwe yên li herêma di navbera Til Temir û Zirganê yên bakurê Hesekê xurt dikin.

Beriya bi 2 rojan jî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandibû ku li gundewarê Zirganê, di navbera çeteyên li gundê Um Uşbe û hêzên hikûmeta Şamê de li herêma El-Esediyê de şer derketiye.

Lê di derbarê encamên wan pevçûnan de agahî nehatin parvekirin.

Back to top button