Rûspiyên Tebqayê: Em piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin

Şêx êlên Tebqayê di hevdîtina xwe de bi fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî re yekitiya neteweyî ya ku QSD û Rêveberiya Xweser nûnertiya wê dike, destnîşan kirin û gotin êlên Tebqa beşek nayê parçekirina ji Rêveberiya Xweser e.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî pêşwaziya şandeya êlên Tebqayê kir.

Beşdaran rewşa jiyanî ya şêniyan, rêbazên piştgiriya welatiyan û pêşxistina şertûmercên jiyanê bi taybet piştî ku qanûna Qeyser kete meriyetê û bihaya lîreya Sûriyê hilweşî, nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de rêze pêşniyar ji bo piştgiriya warê çandiniyê û siyasetên pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê hatin pêşkêşkirin.

Her wiha rûspiyan geşedanên siyasî yên dawîn li Sûriyê bi fermandarê giştî re gotubêj kirin.

Rûspiyan destnîşan kirin ku bi jiyan û xebatên hevpar dê bigihêjin çareseriyeke siyasî ku mafên tevahiya pêkhateyan di çarçoveya avakirina pergalek siyasî, demokratîk û ne navendî de dabîn dike.

Rûspiyan anî ziman ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin û gotin êlên Tebqayê beşek nayê parçekirin ji Rêveberiya Xweser e.

Her wiha rûspiyan rave kir ku ew dagirkirina Tirkiyê beşên mezin ji Sûriyê şermezar dikin û têkoşîna li dijî dagirkeriyê û heta rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê destnîşan kir.

Fermandarê giştî geşedanên siyasî û leşkerî yên girêdayî karûbarên Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ji rûspiyan re şîrove kirin.

Back to top button