HOLLANDE: ÊRIŞA DEWLETA TIRK LI DIJÎ KURDAN WÊ TERORÎZMÊ HAR BIKE

Serok-komarê berê yê Fransayê Hollande hişyar kir ku eger dewleta Tirk êrişa Kurdan bike, wê ev yek bibe sedem ku terora DAIŞ’ê careke din bihêz bibe.

Serokkomarê berê yê Fransayê, Franswa Hollande, piştî hevdîtina bi Nûnerê PYD’ê li Parîsê Xalid Îsa re daxuyaniyek da…

Hollande bi bîr xist ku gelê Kurd di şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê de berdêlên gelekî giran daye û wiha got:

Kurdan li Sûrî di şerê dijî terorîzmê de berdêlên giran ên însanî dane. Wan piştgirî da şerê Fransayê li dijî terorê.

Eger Kurd li Sûrî bi tenê bên hiştin û li hemberî êrişa dewlleta Tirk helwest neyê nîşandan, wê şerekî navxweyî pêk were.
Di rewşeke wiha de wê DAIŞ û komên din êrîşên xwe yên terorîst zêde bikin.

Leave a Reply

Back to top button