Mihemed Cewad Zerîf: Em ê her du sindoqên reş bişînin Fransayê

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand ku, her du sindoqên reş ên balafira Ukraynayê, di çend rojên bê de bo Fransayê tên şandin.

Wezaretê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Zerîf, bi rêya pêwendiyeke telefonî bi hempîşeyê xwe yê Kenedî (François-Philippe Champagne) re, biryara şandina her du sindoqan, teqez kir.

Wezaretê, hefteya borî destnîşan kiribû ku şandina wan, ji ber vîrûsa coronayê, dereng mabû.

Ji bo naveroka wan were zanîn, ev çend meh in, Otawa, daxwaza şandina van sindoqan ji Îranê dike, nexasim ku pirraniya kesên di balafira ketî de, Kenedî bûn.

11’ê Çileya borî, hêzên çekdar ên Îranê li xwe mukur hat, ku wan beriya 3 rojan, bi şaşî balafira Biong a Ukraynayê xistiye xwarê.

Hêjayî bibîrxistinê ye jî ku di heman şeva xistina vê balafirê de, Îranê, ji ber kuştina Qasim Suleymanî, baregehên Amerîkî li Iraqê bi mûşekan topbaran dikir.

Back to top button