YE: Em li pêşberî gereke nû ya astanayê ne

YE diyar kir ku Tirkiyê rêbazê leşkerî bi kar tîne û bi hezaran çete dişîne Lîbyayê.

Nûnerê herî bilind ê siyaseta derve û ewlehiyê ya YE Josep Borrell, banga pêkanîna agirbestê û jinûve destpêkirina civînên komîteya leşkerî ya hevbeş, li aliyên Lîbyayê kir.

Borrell got:

YE ji bo Lîbyayê li pêşberî gereke nû ya Astanayê ye..

Yekîtiyê destnîşan kir ku pêwîst e hebûna leşkerî ya Ewropî li berava Afrîkayê xurt bibe, da ku ewlehiya Ewropayê were parastin.

Girêdayî heman mijarê, berdevkê fermî yê siyaseta derve ya YE Peter Stano jî, bang li aliyên aloziya Lîbyayê kir, ku asta nakokiyên xwe kêm bikin û xebatên danûstandinan xurt bikin.

Back to top button