Koalîsyona welatên Ereb, 3 mûşekên ku Hûsiyan avêtin Riyadê, anîn xwarê

Koalîsyona welatên Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku wan 3 mûşekên balîstîk ku Hûsiyan ji Sen’ayê ber bi Riyadê ve avêtibûn, anîn xwarê.

Koalîsyonê da zanîn ku şeva borî, wan êrîşeke hêzên Hûsî ya bi 8 dronên bombebarkirî jî, şikand.

Berdevkê fermî yê Koalîsyona welatên Ereb Turkî El-Malikî diyar kir ku ev êrîş bi rêbaz tên kirin û sivîlan dikin armanc.

El-Malikî teqez kir ku hêzên Hûsî, bi êrîşên xwe yên bi mûşek û dronên bombebarkirî, qanûnên navnetewî yên mirovî binpê dikin.

Tê zanîn, duh serokatiya hêzên hevbeş a koalîsyonê ragihandibû, ku hikumeta Yemenê û meclisa veguhêz, daxwaza rawestandina şer û pêkanîna peymana Riyadê, erê dikin.

Back to top button