Hejar Zirarî: Kurd nebin yek wê rastî bobelatên mezin bên

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser Başûrê Kurdsitanê bi dijwarî didomîne. Li dijî êrîşên hovane, bertek û nerazîbûn roj bi roj zêdetir dibin. Gel, hêz û aliyên siyasî li dijî dagirkeriya Tirkiyê, daxwaziya yekgirtin û yekhelwestiyê dikin. Her wiha bangên lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurd jî tên kirin. 

Sekreterê Partiya Rizgariya Kurdistanê Hejar Zirarî bi daxuyaniyekê nerazîbûnên xwe nîşan da û diyar kir ku ji bo hêz û aliyên siyasî kom bibin, ew di nava xebatan de ne û heta ku êrîşên Tirkiyê dewam bikin, ew ê xwepêşandan û çalakiyan bidomînin.

Hejar Zirarî destnîşan kir ku, eger Kurd di vê pêvajoyê de nebin xwedan bersiv, wê rastî bobelatên mezin bên.

Heval Şakir: Tenê bi yekîtî û têkoşînê, em dikarin li hember dagirkeriya Tirk rawestin

Sekreterê Partiya Serbixwe ya Kurdistanê Heval Şakir jî li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk dixwaze Başûr dagir bike. Em bi hêvî ne ku aliyên siyasî û bi taybet PDK û YNK’ê li hemberî vê dagirkeriyê bibin yekdeng, ji ber ku tenê bi yekîtî û têkoşînê em dikarin li hemberî wê rawestin.”

Rojnameger û çalakvanên civak sivîl ên navçeya Soran jî da xuyakirin ku, divê aliyên siyasî û hikumeta Başûr li hemberî êrîşan bêdeng nemînin, da ku gelê Kurd nebe qurban.

Çalakvanên navçeya Soran: Ji bo rêgirtina êrîşan, divê kongreya neteweyî ya Kurd were lidarxistin

Çalakvanan banga lidarxistina kongreya neteweyî kir û got:

“Ji bo ku Kurd bikarin rê li komployên dijmin bigirin, divê kongreya neteweyî were lidarxistin, da ku peyameke siyasî û dîplomasî bide welatên cîhanê.”

Loîs Raphael Sako: Welatiyên Keldanî û Asûrî jî dibin hedefa êrîşên dewleta tirk

Li aliyekî din, serokê olî yê Keldaniyên Babilê Loîs Raphael Sako jî, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistan û bêdengiya hikumeta Iraqê şermezar kirin û got:

“Li herêmên ku Tirkiye wan bombebaran dike, sivîlên Keldan û Asûrî jî hene. Ev sivîl, dibin armanca êrîşên dewleta Tirk.”

Heta niha li hemberî destdirêjî û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker, bangên nîşandana helwesteke cidî û bersivdayîna van êrîşan bi awayekî fermî û eşkere ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê ve derneketiye.

Back to top button