SENETOR LÎNDSEY GRAHAM: SEROKÊ EMERÎKA AMADE YE VEKIŞÎNA ESKERAN HÊDÎ BIKE

Serokê Emerîka Donald Trump 19 Kanûnê biryar da ku dê esekerên xwe ji Sûrî vekişîne.

Ev yek rastî gelek bertekên hindir û derve hat.

Senetorê Komarparêz Lîndsey Graham doh bi trump re rûnişt û piştî wê ragihand ku, Serokê Emerîka amade ye vekişînê sist bike.

Ji ber gelek nerazîbûnan tê gotin ku Serokê Emerîka Donald Trump amade ye vekişîna ji sûrî heta bi dawîbûna DAIŞ’ê hêdî bike.

Yek ji kesên ku biryara Trump bi rengê herî tund rexne kir, endamê Partiya Komarparêz senator Lîndsey Graham e.

Graham doh bi Trûmp re rûnişt û ragihand, Trump ‘amade ye ku vekişînê hêdî bike’.

Graham piştî hevdîtina bi Trûmp re daxuyaniyek da û got,

Wî fikarên xwe yên li ser qelsbûna têkoşîna dijî DAÎŞ’ê ragihandiye û got, di encama hevdîtinê de ‘fikar pê re nemaye’ ango rihet bûye.

Senatorê Komarger Lîndsey Graham bi dewamî got, “Em ê wan tiştan (vekişîn) bi rengekî aqilane sist bikin.”

Leave a Reply

Back to top button