Li Sîlîvriyê çalakiya birçîbûnê ya 300 girtiyan didome

Li Girtîgeha Sîlîvriyê çalakiya girtiyan a li dijî binpêkirinan, di hefteya 2’yan de ye. Parêzer Vedat Ece, diyar kir ku girtî bi biryar in heta daxwazên wan neyên qebûlkirin, wê çalakiya xwe bidomînin. 

Li Girtîgeha Jimare 5’an a Sîlîvriyê girtî ji ber newekehviya di qanûna înfazê de û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê, dest bi çalakiya birçîbûnê kiribûn.

Girtî ji bo zext û astengiyên li ber hevdîtinên vekirî, her hefte roja Duşem û Înê xwarina tê belavkirin, qebûl nakin û her roj saet 12’an bi dirûşmeyan binpêkirinên mafan şermezar dikin.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Parêzer Vedat Ece, çû girtîgehê û destnîşan kir ku 300 girtîyên di çalakiyê de diyar kirine ku heta mafên wan ên di Qanûna Bingehîn de pêk neyên û daxwazên wan neyên qebûlkirin, wê çalakiya xwe ranewestînin.

Back to top button