Ev 4 roj in Zeyneb dest bi greva birçîbûnê kiriye

Girtiya Siyasî Zeyneb Celaliyan wek nerazîbûnek li dijî veguhestina xwe ya ji girtîgeha Xoy û rewşa xwe ya tendirûstî ku bi virûsa Koronayê ketiye, ev 4 roj in dest bi greva birçîbûnê kiriye.

 

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan nêzî 13 salene di girtîgehê de ye û êşkenceya derûnî û fizîkî gelek bandor li tenduristiya wê kiriye.

Zeyneb Celaliyan ji 20’ê Hezîranê ve li Girtîgeha Qer-çek a li nêzî Tehranê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Hate gotin ku rewşa Celaliyan a tendirustî xirabûye.

Parêzer Suheyla Hicab ku ew jî li gel Zeyneb di girtîgehê de dimîne, bi tomarek dengî ragihand ev 4 roj in Zeyneb Celaliyan dest bi greva birçîbûnê kiriye û got:

Rewşa tendirûstî ya Celaliyan gelek giran bûye û pêwîste di demek zû de ji girtîgehê were derxistin.

Em bang li hemû alî û rêxistinên mafê mirov dikin ku li hemberî rewşê bêdeng nemînin.

Back to top button