Eylem a bi zarokên wê re şandine girtîgehê, şîrê wê qut bûye

Parêzerê Eylem Oyunlu a 27 salî bi 2 zarokên xwe re hat girtin, diyar kir ku ji ber Eylem nayê xwedîkirin şîrê wê qut bûye û nikare zaroka xwe şîr bide.

 

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Licê de di 17’ê Hezîranê ji bo Îfadeyê bang li Eylem Kiribûn.

Parêzer Yusuf Çakar diyar kir ku wî li gel muwekîla xwe hevdîtinek pêk anî û muwekîla wî dibêje ku xwedîkirineke baş ji bo wê nayê kirin û ji ber wê şîrê wê qut bûye û got,

Muwekîla min diyar kir ku pitika wê nikare çavê xwe veke û ji çavê wê xun herikiye.

Em naxwzin ku bikevin niqaşên sucdar an ne sucdar.

Ev jina ku hîn di 40’ê xwe de bû, tevî bitika xwe wê birine îfadeyê.

Ji bo jinên ducanî qanûneke hebû ku divê neyên girtin hat derxistin.

Lê em dibînin ku li vir ev qanûn nehatiye pêkanîn.

Ger ku ev qanûn ji bo vê dosyayê neyê bikaranîn wê kengî bê bikaranîn.

Parêzer Yusuf Çakar dawiyê xwest ku muwekîla wî serbest bê berdan.

Back to top button