”Parastina çandê mîna Şoreşa hebûna nirx û nasnameya mirov e”

Hizniya Osman têkildarî çanda kevnar de da zanîn ku bi parastina çandê jiyan watedartir dibe, di dema berê de mirovan bi keda destên xwe alav diafirandin û xwedî li ked û çanda xwe derdiketin, bi kedê qîmeta jiyanê watedar dibe. Parastina çandê mîna şoreşa hebûna nirx û nasnameya mirov e.

Hizniya Osman ji Gundê Maşoqê yê Navçeya Tirbespiyê ye û ji alavên kevnar ên ku bala mirov dikşîne koleksiyonek ava kiriye û çanda kevnar bi vê yekê di hişê mirovan de zindî dike.

Hizniya têkildarî xwedîderketina çanda kevnar anî ziman ku ew bûye şahidê dema gelek alavên kevnar û got:

Berê ji ber ku teknolojî ewqas pêş neketibû keda destan bêtir derdiket pêş.

Ji xwe di wan deman de mirovan pir alîkarî didan hev û di gundekî de hemû mirov bi barê hev radibûn.

Jin û mêran bi hev re ked didan û xweşiya jiyana hevbeş jî ev yek bû.

Ji bo avakirina alavan mirovan gelek ked didan, ji ber ku her diçe teknolojî pêş dikeve alavên berê jî bi navê xwe tên jibîrkirin, divê em jî li çanda xwe, xwedî derkevin.

Hizniya bal kişand ser alavên metbexa kurdî yên ku berê mirovan tê de xwarina xwe çêdikir û wiha domand:

Metbexa kurdî bi xwarinên xwe dewlemend e û di aliyê çêkirina alavên xwarinê de jî hewildanek hebû.

Di metbexa kurdî de kevçî, sifre, sênîk, çaydanê çayê, tasikên vexwarina avê hemû ji hesinê bafûnê dihatin çêkirin.

Ez hesreta wan roja me, ji bo wê min dixwest di pêşengehê de bîranînên min li ber çavên min bin.

Parastina çandê mîna şoreşa hebûna nirx û nasnameya mirov e.

Li gel min melhêbên kevnar jî hene yên mirov pê berheman kom dikin, keda bi alavên kevnar pir xweş û watedar bû.

Back to top button