
Hevserokê Giştî yê Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Lahor Şêx Cengî ji ber krîza nedayîn û kêmkirina mûçeyan hişyariya vekişîna ji hikûmetê da.
Hevserokê Giştî yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî têkildarî nakokiyên hikûmetê yên li gel Bexdayê û nedana mûçeyên karmendan li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê peyamek weşand.
Şêx Cengî got:
“Encûmena Sekreteriya YNK’ê wê kom bibin.
Eger ku hikûmeta herêma Kurdistan li gel Bexda li hev nekin, zelalî nebe û dahat nebe; YNK nakeve bin barê mûçebirînê.
Ji bo vê yekê jî biryarên me yên esasî ew e ku xwe ji hikûmetê û parlementoyê vekişînin û daxwaza hilbijartineke pêşwext bikin.”