Komara Erebî derbarê rewşa Lîbyayê de civîneke awarte li dar xist

Komkara Erebî derbarê rewşa Lîbyayê, ser daxwaza Misirê civîneke awarte li dar xist. Di civînê de banga agirbestekê ji bo Lîbyayê hat kirin û destwerdanên derve di karûbarên Lîbya de hat redkirin.

Misirê teqez kir ku ji bo Lîbya nekeve destê komên teror wê hemû hewildanên xwe bike.

Îro Komara Erebî bi serokartiya Selteneya Umanê derbarê rewşa Lîbyayê de civîneke awarte li dar xist.

Civîn li ser daxwaza Misrê pêk hat.

Di encama civînê de, ji bo çareseryia aloziya Lîbyayê 14 xal hatin destnîşankirin, ji wan:

– Pêkanîna agirbesteke giştî li Lîbyayê.

– Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî aliyan neçar bike ku çeteyan ji xaka Lîbyayê derxînin.

– Ji bo çareseriya giştî teqeziya li ser çareseriya siyasî.

– Destwerdanên derve û hêsankirina şandina çeteyan ber Lîbyayê ve hat redkirin.

Ebû El-Xeyz: Em projeyên aliyên derve ji bo parçekirina Lîbyayê red dikin

Di civîna Komkara Erebî de Sekreterê giştî yê Komkarê, Ehmed Ebû El-Xeyz, got ew projeyên aliyên derve ji bo parçekirina Lîbyayê red dikin.

Ebû El-Xeyz destnîşan kir ku bi riya şer wê ti çareserî pêk neyê.

Misir: Ji bo Lîbya nekeve di destên komên teror de, em di hewildanan de ne

Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şikrî, di dema civînê de, teqez kir ku wê welatê wî hemû hewildanên xwe bike ji bo Lîbya nekeve destê komên teror.

Samih Şikrî li ser xeteriya şandina çeteyan bi riya Tirkiyê ji Sûriyê ber Lîbyayê ve hişyarî da.

Beriya du heftiyan jî, Misirê insiyatîfek ji bo çareseriya giştî li Lîbyayê ragihandibû.

Li gorî vê insiyatîfê agirbestek hatibû ragihandin.

Lê hikûmeta Wîfaq ya Ixwanî ya Lîbya ku piştgirya xwe yekser ji dewleta Tirk digre, ev agirbest red kir û êrîşên xwe dijî Artêşa Niştimanî domand.

Back to top button