Çete genimê şêniyên Girê Spî derbasî Tirkiyê dikin

Îro çeteyên dewleta Tirk genimê şêniyên Girê Spî ya dagirkirî derbasî Tirkiyê kirin.
Dîmenekî ku ji bajar hatî bidestxistin dema ku genimê xelkê didizin û di dîmen de jinek çeteyên dewleta Tirk weke diz bi nav dike.

Kiryarên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî dewam dikin.

Dewleta Tirk îro li Girê Spî genimê şêniyan derbasî Tirkiyê kir.

Şêniyên kantonê yên ku ji duh li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê rabûne li ber deriyên sînor kamyonên veguhestina genim asteng kirin.

Dîmenên ku li ser ekranê derdikevin jî yên derbaskirina genim ji bo Tirkiyê ne.

Di dîmenan de jinek dewleta Tirk û çeteyên wê weke diz binav dike.

Back to top button