Welatiyên Ranyayê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Di saetên êvarê de welatiyên navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperîn, bi dirûşmeyên; “Bijî berxwedana Heftenîn, Belê ji bo yekîtiya netewî û bimre Erdogan”nerazîbûnên xwe li dijî dagirkeriya Tirk nîşandan.

Çalakî bi deqeyek rêzgrirtin ji bo giyanê tevayî şehîdên Kurdistanê destpêkir.

Piştre li ser navê komîteya amadekar a çalakiyê daxuyaniyek ji aliyê Hisên Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîş û dagirkeriya Tirk bi eşkereyî binpêkirina yasayên navdewletî ne, binpêkirina serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

Her wiha hebûna baregehên Tirk li ser xaka Herêmê jî binpêkirineke li dijî destkeftiyên gelê Kurd e.

Di daxuyaniyê hat gotin ku dewleta Tirk bi xeyala Misaqî Milî û zindîkirina xelafeta Osmaniyan dixwaze Başur û Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Di dawiyê de jî bang li tevayî hêz û aliyên siyasî yên Kurd hate kirin li dijî dagirkeriyê yekîtiya xwe avabikin.

Her wiha daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê jî kirin li dijî binpêkirina serweriya xaka Iraqê bêdeng nemînin û helwestek cidî nîşan bidin.

Back to top button