Serokê Koreya Bakur plana şerê leşkerî li dijî ya Başûr radiwestîne

Serokê Koreya Bakur Kîm Jong Un, duh civînek ji fermandariyên Leşkerî re der barê plana şerê leşkerî yê li dijî Koreya Başûr li dar xist. 

Ajansa Koreya Bakur “Sûna” ragihand ku Serokê Koreya Bakur Kîm Jong Un biryar da ku plana şerê li dijî Koreya Başûr rawestîne.

Li aliyê din, çavkaniyek ji Hikumeta Seûl eşkere kir ku Koreya Bakur, îro dest bi rakirina nêzî deh bafilên propogandaya li dijî Koreya Başûr kir.

Ev gav jî (danîna bafilên propogandaya li dijî Koreya Başûr), berî 3 rojan li ser sînorê di navbera her du Koreyan de pêk hatibû.

Acizî û nakokiyên her du Koreyan di dema dawî de zêde bûn.

Nemaze, piştî axaftin û peyamên Bîng Yang li dijî Seûlê û piştî Koreya Bakur buroya pevgihandinê ya hevpar 16’ê Hezîranê teqand û ya Bakur gefa operasyonên leşkerî li dijî ya Başûr xwaribû.

Back to top button