Ji 25 gorên komî 5900 cenaze hatin derxistin

Tîma Bersivdayîna Destpêkê ya Reqayê, xebatên derxistina cenazeyan ji gorên komî didomîne û di demeke nêz de wê xebatên 2 gorên din bi dawî bike.

Tîma Bersîvdayînê diyar kir ku ji 25 gorên komî zêdetirî 5 hezar û 900 cenaze derxistine.

Her wiha di demek nêz de wê xebatên xwe di gora 25’an a li Til Zêdanê ya Reqayê bi dawî bike.

Tîmê eşkere kir ku heta niha ji vê gorê 175 cenaze hatine derxistin.

Serokê Bersivdayîna Destpêkê ya Reqayê Yasir El-Xemîs diyar kir ku piraniya cenazayan ên sivîlan bûn ku ji hêla çeteyên DAIŞê ve hatibûn kuştin.

El-Xemîs destnîşan kir ku xebatên wan li gora Til Zêdanê dereng mane ji ber ku cenaze bi awayekî yekser hatine binaxkirin.

Back to top button