HÊZÊN REJÎMÊ GUNDEWARÊN HEMA Û IDLIBÊ BI DIJWARÎ TOPBARAN KIR

Topbaran û şerê navbera hêzên rejîma Sûrî û komên çete li gundewarên Hema û Idlibê ji Nîsana derbasbûyî ve qet ranewestiya ye..

Hêzên rejîmê îro jî herêmên gundewarê Hemayê bi dijwarî topbaran kir.

Topbaran li herêmên Zekat, Litamine, Cêsat, Sexir û Morik ên gundewarê Hemayê û herêmên Cisir Şixûr ên gundewarê Idlibê pêk hat.

Her wiha komên çete yên li çiyayên Turkmen nuqteyên rejîmê yên li Til Reşo yê gundewarê rojhilatê Laziqiyê da ber topan..

Li gorî çavdêriyê di encama topbarana komên çete de ji hêzên rejîmê kuştî û birîndar çêbûn.

Leave a Reply

Back to top button