Îro Konseya Ewlekariyê ji bo dirêjkirina qedexeya çekan ya li ser Îranê dicive

Îro Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo dirêjkirina biryara qedexeya çekan a li ser Îranê, ku Amerîkayê pêşniyar kiribû, civîna xwe ya destpêkê li dar dixe.

Li gorî hin dîplomatan, Amerîka reşnivîsa proje-qanûna ”dirêjkirina biryarê heta demeke ne diyar” li ser her 15 dewletên endam di Konseya Ewlekariyê de belav kir, lê Rûsya û Çînê, nerazîbûna xwe li ser vê proje-qanûnê nîşan dan.

Ev demeke Amerîka ji bo dirêjkirina biryara NY ya qedexeya çekan a li ser Îranê, di nava hewldanan de ye.

Wezîrê Karên Dervê yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir, ku eger ev qedexe bi dawî bibe, Îran wê karibe firokeyan ji Rûsya û Çînê bikire û teqez kir ku ew rê nadin vê yekê.

Tê zanîn, qedexeya çekan a li ser Îranê, li gorî biryara nûkleerî ya sala 2015’an ku di navbera dewletên mezin û Îranê de hatibû îmzekirin, meha Cotmehê bi dawî dibe.

Back to top button